Rejîma Îranî kolberekî Kirmanşanê bi giranî birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê li sînorê Newsudî yê parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî grupeke kolberan kir û yek birîndar bû.

Li gorî Ajansa Kolbernews, kesê birîndar navê wî Bêhroz Muradî û şêniyekî devera Bawecanê ye û rewşa wî giran e.

Çarşema borî jî li sînorê bajarê Pawa ya Kirmaşanê, kolber Arman Mehemedî di êrîşên rejîma Îranî de birîndar bûbû.

Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di nava mehekê de, herî kêm 18 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê jî da xuyakirin ku di mehekê de herî kêm 34 sivîl û çalakvanên Kurd li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Back to top button