Artêşa Tirk gundê Samûqa yê Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk a qirker careke din bi çekên giran êrişî gundên Şehbayê kir.
Di êrişê de careke din gundê Samûqa hate armanckirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Samûqa yê herêma Şehbayê topbaran dike.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Bircqasê, Kibêşîn, Gundê Mezin û Kalutê yên navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Nûçegihanên me ragihandin ku di êrişê de welatî şehîd û birîndar bûbûne.

Nasnameya welatiyên li gundê Kibêşînê şehîd bûyî eşekere bû

Nûçegihanên me bi rêya çavkaniyên taybet karîn nasnameya welatiya şehîd bûyî hîn bibin.

Li gorî vê,

Di êrişa li gundê Kibêşînê de jina ciwan a bi navê Yesmîn Lûeyî Îso şehîd, bav, dayîk û birayê Yasemîn jî bi giranî birîndar bûne.

Ji ber topbarana li gundê BircHeyderê jî zarokê 6 salî Harûn Hesen birîndar bû.

Du welatiyên bi navê Ziyad Hesen ê 60 salî û Ziyad Ehmed Hesen ê 41 salî Jî şehîd bûne.

Dagirkeran gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin

Back to top button