Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku serlêdana jinan a ji bo namzetiyê ji sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire re peyameke girîng e.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya derbarê hilbijartinên herêmî û polîtîkayên qeyûman axivî.
Adalet Kaya da zanîn ku tayînkirina qeyûman pêkanînek dijdemokratîk a li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê û hiqûqa navneteweyî ye û got:
Em dibînin ku hişmendiyeke vîna gel ji nedîtî ve tê û berxwedana gel a li dijî polîtîkaya pişavtinê paşguh dike xistine şaredariyan.”
Adalet Kaya bal kişand ser karektera dewleta Tirk a tekparêz, nîjadperest û zayendperest û wiha anî ziman:
“Şandina qeyûman domandina vê hişmendiyê ye.
Naxwazin jin di tu qadan de bibin xwedî hêz û li şaredariyan temsîliyeta wekhev bikin.
Şaredariyên gel bi xebata xwe şaredariyên wan jî teşhîr dikir û ev jî wan aciz dikir.”
Adalet Kaya bi bîr xist ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîna jinên Kurd pêk hat û bûye fermî û wiha bi dawî kir:
“Êdî her partî dikare pergala hevserokatiyê bi awayekî qanûnî bi kar bîne.
Bi taybetî serlêdanên namzetên jin ên zêde, ji bo sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire peyameke girîng e.
Gel dixwaze ji qeyûman xilas bibe û şaredariyên xwe paşde qezenc bike.
Werin em mekanîzmayên ku wê hêzê bidin jinan û jinan ji tundiyê biparêzin diyar bikin.
Ji ber vê yekê em dixwazin her kes bi xurtî beşdarî vê pêvajoyê bibe.”