Derhêner û Endama komîteya amadekar a 5’emîn Festîvala Şanoya Mîtan, Rûmet Beko diyar kir ku di nava şert û mercên zehmet de ew hewl didin ji bo civakê çalakiyek hunerî pêk bînin.
Rûmet Beko her kes vexwendî festîvalê kir.
Li Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Veger nêz e em bi hêvî ne” amadekariyên 5’emîn festîvala Mîtan a Şanoyê destpêkirin.
Fikra destpêkirina Festîvala Şanoya Mîtan di sala 2014’an de destpê kir.
Bi armanca naskirina hunera civaka Efrînê û avakirina yekemîn avahiya hunera şanoyê li Efrînê.
Festîvala Şanoya Mîtan a 5’emîn dê di nava çend rojan de li navçeya Ehdas ya kantona Efrîn û Şehbayê were lidarxistin û dê 8 rojan dewam bike.
“Tevî şert û mercên zehmet lidar xistina festîvalê xebatek bi nirxe”
Derhêner û Rêveberiya Festîvalê Rûmet Beko, diyar kir wan sê festîvalên Mîtan li Efrînê pêk anîne û wiha got,
Rûmet Beko, da zanîn ku wê gelek mêvan ji deverên cuda yên Rojvayê Kurdistanê û dervayê din jî weke Kerkûk bibin mêvanê festîvalê.
Rûmet destnîşan kir ku tevî şert û mercên zehmet ên jiyanê lidar xistina festîvalek wiha xebatek bi nirxe.



