Partiya Çep a Kesk navê namzetên xwe yên li 81 bajarî eşkere kir

Partiya Çep a Kesk jî navê namzetên xwe radestî YSK’ê kir.
Hevserokên HDP’ê jî di nava lîsteya partiyê de ji bajarên cuda weke namzet hatine nîşandan.
Rojnamevanê binav û deng Hasan Cemal jî di lîsteya Partiya Çep a Kesk de weke namzet hate nîşandan.Cemal got:
Êdî dem hatiye em ji Erdogan re bêjin oxir be.

Gelên li Tirkiyê xwe ji bo hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê dikin.

Doh roja dawî ya diyarkirina lîsteya namzetên ku wê beşdarî hilbijartina 14’ê Gulanê bibin bû.

Partiya Çep a Kesk lîsteya namzetên parlamenteriyê yên ji bo hilbijartinên giştî diyar bû.

Lîsteya ku di encama xebatên Komîsyona Lihevanînê ya Namzetan de temam bû, ji bo erêkirina Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin hat pêşkêşkirin.

Lîsteya namzedên ku ji aliyê Hevberdevkan ve hat pejirandin ji aliyê rêveber û parêzeran ve pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hat kirin.

Navên namzetên Partiya Çep a Kesk ku li 81 bajaran hatin nîşandan diyar bûn.

Bûldan û Sancar bi lîsteya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bûn

Hevserokên Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Wan û Mîthat Sancar jî li Rihayê bi logoya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bûn.

Di nava lîsteyê de, ji parêzer, bizîşk, akademîsyen û rojnamevanan gelek namzetan cihê xwe di lîsteyê de girt.

Namzetê Partiya Çep a Kesk Cemal: Ez dest ji karê rojnamegeriyê berdidim

Rojnameger û nivîskar Hasan Cemal li Herêma 2’yemîn a Stenbolê di rêza sêyemîn de weka namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk hate nîşandan.

Cemal got, ew êdî karê rojnamegeriyê neke.

Cemal, têkildarî mijarê di T24’ê de bi sernavê “Di jiyanê de destpêkeke nû” gotarek nivîsand û ev tişt anî ziman:

“Ji bo ku êdî destê xwe deynim bin kevir, jiyana xwe ya rojnamegeriyê ya 54 salan bi dawî dikim.”

Lê ji ewil divê em di 14’ê Gulanê de ji Erdogan re bibêjin; ‘hadê ji te re oxir be!’

Ev pergala rizî neqedera Tirkiyê ye.”

26 Partiyên siyasî lîsteyên namzetên xwe radestî lijneya hilbijartinê kirin

Back to top button