Dagirkeran rêya M4 û gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin

Gundewarê Eyn Îsayê û Rêya M4 weke her roj bûn armanca êrîşên dagirkeran û bi çekên giran hatin topbarankirin.

Nûçegihanê me ragihand “Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend saetan, gundê Dibis û rêya M4 ên Eyn Îsayê careke din topbaran kirin.”

Nûçegihanê me diyar kir artêşa dagirker bi çekên giran û bi awayeke ketûber malên sivîlan kirin armanc.

Her roj ev êrîş li ser herêmê û armanckirina sivîlan hene û ji ber bêdengiya hêzên li herêmê garantor, her zêde dibin.

9’ê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker bi dronekê li dijî sivîlên taxa Hilêliyê komkujiyek pêk anî û 3 sivîl şehîd kirin.

Back to top button