Jehrîbûna xwendekarên keç…Gumanê welatiyan li ser hêzên Îranê heye

Jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê yek ji mijarên sereke yên li welate.
Heta niha jî Îranê nekariye berpirsên esasî yên vê bûyerê eşkere bikin.
Lewma malbatên xwendekaran bi tirsin û dibêjn ku destê hêzên Îranê di jehrîkirina zarokên wan de heye.
360 mamosteyên zanîngehê jî ev kiryar şermezar kirin.

Jehrîkirina xwendekarên keç li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji rojevê dernakeve.

Li gorî daneyan hete niha bi hezaran xwendekar bi jehrî bûne.

Gelek ji wan ji bo nexwaşxaneyê hatine rakirin.

Lê heta niha jî li gelek bajarên cuda yên Îranê, rewşa metirsîdar dewam e.

Jehrîkirina xwendekaran bi vî rengî nîşan dide ku bi îhtîmaleke mezin dewleta Îranê li pişt van êrişan e.

Di mijara jehrîkirina xwendekarên keç ên bajarê Qumê de, gumanên welatiyan li ser Pasdaran heye.

Di mehên derbasbûyî de, herî kêm 700 keç li wir bi jehrî bûn.

Ev yek jî metirsiyê dide avakirin û malbatan neçar dike ku keçên xwe neşînin dibistanan.

Li gorî amarên jehrîkirina keçan eşkere dibe ku dewleta Îranê li dijî wan di nava lîstokên qirêj de ye.

326 mamostayan êriş şermezar kirin

Komek ji 326 mamostayên zanîngehan bi daxuyaniyekê, êrişên zincîre û organîze yên kîmyawî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ev ji bo hikûmetê bûyereke pir şerm e, ku nikare pêşî li jehrîkirina xwendekaran bigire.

Bi mehan e ku metirsiyeke mezin heye lê dewlet li dijî vê yekê lewaz maye û pêşî lê negirtiye.”

Back to top button