HPG: Li Cûdî leşkerekî Tirk hate kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê jî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin. Gerîlayan vê care li qada Cûdî li artêşa Tirk ya dagirker xistin. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî leşkerên Tirk yên digirker ku li qada Cûdî derketibûn oparesyonê çalakiyek pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirin û ev agahî parve kir;

“Hêzên me 4’ê Cotmehê li herêma Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derb li kozik û stargehên dagirkeran hatin xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

13’ê Cotmehê hêzên me li herêma Avaşînê li dagirkerên li ser Tepê Bayrakê xistin. Di vê çalakiyê de hejmara dijminên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Di 2’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Di dema operasyonê de hêzên me li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.”

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk ya dagirker 13’ê Cotmehê qada Garê û 11’ê Cotmehê jî qada Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafiran bombebaran kiriye.

HPG’ê diyar kir di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî qada Geliyê Hesena yê Çiyayê Cûdî û di encama şer de gerîlayên bi nave Serhildan û Baran derbên giran li dagirkeran dan û bi lehengî şehîd bûn.

HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir wê bîranîna wan bi têkoşîna xwe bidin jiyîn.

Back to top button