PAJK: Şehîd Sema Yuca bi çalakiya xwe dîwarê zilmê parçe kir

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Sema Yûce bi bîr anî û got: “Rihê berxwedêr ê Semayan hiştiye ku PKK bibe partiyeke jinan.” Kongra Star jî diyar kir ku Sema Yuce bi çalakiya xwe ya fedayî fikirê jina azad afirand.

Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) bi boneya salvegera 24 . a şehadeta jina şoreşger Sema Yuce daxuyaniyek da.

PAJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîd Sem Yuce bi bîr anî û got:

“Şehîd Sema ji bo Rêbertî, li dijî xeta xiyanetkar, tasfiyeker û li dijî faşîzma li zindanê û dagirkeriyê, bedena xwe kir agirê serhildanê.”

PAJK’ê dazanîn ku Şehîd Sema Yuce bi çalakiya xwe dîwarên tarî yên zilmê parçe kir û got:

“Di şertên zindanê yên faşîzmê de, wê rastiya Rêbertî û têkoşîna azadiyê ya jinan di kesayeta xwe de gihand asta jor.

Di berbanga tariyê de ew qêrîyaye ku tekane roj heye ku dinya û mirovayetiyê ronî dike û di dilê xwe de ji bilî hezkirina Rêbertî û girêdayîna wî, cih nedaye tu tiştî. ”

PAJK’ê da xuyakirin ku Sema Yuce bûye yek ji kesayetiya ku dem qezenc kiriye, dema jinan daye destpêkirin û wisa ketiye dîrokê; Rihê berxwedêr a Semayan hiştiye ku PKK bibe partiyeke jinan.

PAJK di dewama daxuyaniya xwe de dibêje;

“Berxwedana ji agir a Semayan ji bo her milîtanên azadiyê yên jin bûye şêwazê jiyanê, çanda berxwedanê û sonda azadiyê.

Bi hezaran jinên evîndarên azadiyê, bi heman rih û baweriyê li hemberî faşîzm û feraseta mêrserwer, şerekî mezin dikin.”

PAJK’ê dawiya daxuyaniya xwe de hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn û teqez kir ku, li hemberî artêşa şehîdan a bi hezaran ew ê bi berpirsyariya mezin pêşengtiyê ji pêvajoyê re bikin.

Kongra Star: Sema Yuce xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengî ye

Koordînasyona Kongra Star jî bi heman boneyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star diyar kir ku Sema Yuce bi çalakiya xwe ya fedayî fikirê jina azad afirand û got: ” Sema Yuce li dijî zihniyeta desthilatdar û li dijî polîtîkayên tinekirinê ku li ser gelê Kurd û bi taybetî mafê jinê tê meşandin, xwe kir xelek ji agir.

Sema Yuce xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengî ye.”

Kongra Star gotina şehîd Sama ya ‘Di heman esman de du roj nabin’ bi bîr xist, soza dewamkirina têkoşînê da û teqez kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Apo, ew ê di xeta Semayan de têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button