Mamoste Şalaw Mîtanî: PDK pêşengtiya xeta xiyanetê dike

Mamosta, çalakvan û hunermendên li Başûr li dijî xiyaneta PDK’ê derketin û tekez kirin eger ne ji xeta xiyanetê ya PDK’ê ba wê dewleta Tirk nekarîba hinekî jî Kurdistanê dagir bike.

Li dijî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re gelê Kurd li her derê bihêrs e.

Mamosta û çalakvan Şalaw Mîtanî der barê mijarê de ji ajansa Rojnews’ê re nirxandin kir.

Şalaw Mîtanî balkişand ser xeta xiyanetê ku bi salane tê meşandin û ev tişt anî ziman:

” Îro PDK’ê pêşengtiya xeta xiyanetê dike.

PDK’ê aliyê xwe yê ragihandin, siyasî û leşkerî xistiye di xizmeta dijmin de.”

Çalakvan Şalaw Mîtanî piştrast kir wê ne gelê Kurd û ne dîrok van xayinan efû bike.

Hunermend û çalakvanên Başûr: Tirkiye hebûna hemû Kurdan red dike

Şêwekar Sabîr Sebrî û Çalakvan Erşed Hesen ên li Başûrê Kurdistanê jî dibêjin Tirkiye ne tenê hebûna PKK’ê, ya Kurdan bi giştî red dike.

Her wiha piştrast kirin ku eger xeta xiyanetê nebe wê dewleta Tirk nikaribe Kurdistanê dagir bike.

Û tekez kirin divê Kurd metirsiya hatina Tirkiyê bo axa Kurdistanê bizane.”

Back to top button