HPG: Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî sivîlan dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê der barê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyek da û got:
“Dewleta Tirk bi zanebûn êrişî sivîlan dike û bi van komkujiyan dixwaze herêmê bide valakirin.”
HPG’ê tekez kir ti eleqeya wan bi vê bûyerê tune ye û got:
“Divê her kes vê komkujiya hovane bibîne û li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyeke nivîskî da û bi tundî şermezar kir.

HPG’ê destpêka daxuyaniyê ji malbatên qurbanan re sersaxî û ji birîndaran şîfaya lezgîn xwest û got:

“Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke tûrîstîk a sivîlan bombe kir.

Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin.

Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike.”

HPG: Li vê herêmê tu hêzên girêdayî me tune ye

HPG’ê tekez kir ku li herêma komkujî pêk hatiye, ti hêzên wan tune ne, dewleta Tirk salên dawî bi zanebûn qadên sivîlan dike armanc û ev got:

“Li herêma ku komkujî pêk hat tu hêzeke girêdayî me nîne.

Li herêmên nêzî vê deverê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û ew li herêmê serwer in.

Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî hene.

Ji ber vê yekê tu eleqeya vê bûyerê bi me re nîne.”

HPG: Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji sivîlan bide valakirin

Li ser armanca dewleta ji van êrişan û taybet armancgirtina sivîlan jî, HPG di daxuyaniya xwe de ev got:

“Rastiya ku divê her kes bibîne ev e; Dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe li qadê misoger bike.

Ji bo vê bi kuştina sivîlan dixwaze her kesî bitirsîne.

Dewleta Tirk armanc dike dawî li jiyana sivîlan li herêmên ku dagir kirine, bîne.

Heman rastî ji bo herêma Hiror a Metînayê jî derbas dibe.

Ligel ku hêzên me li wir nînin jî, bi berdewamî hewl dide ku derdorê gulebaran bike da gundî ji herêmê derkevin.”

Dawiya daxuyaniyê HPG’ê tekez kir divê her kes vê komkujiya hovane ya ji derveyî exlaqê mirovahiyê ya dewleta Tirk bibîne û li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.

Back to top button