Berhem Salih: Êrişa Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Gelek kesayet û aliyên siyasî yên Iraqî bi daxuyaniyan nerazîbûnên tund nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê dan.
serokê Iraqê Berhem Salih tekez kir ev êriş li dijî ewlehiya Iraqê tevî gefek e.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dibêje: “Mafê Iraqê heye bersiva êrişan bide.”
Konseya ewlehkariya Iraqê jî bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji tevahî Iraqê vekişîne. 

Komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê ji aliyê hikumet û tevgerên siyasî yên Iraqê ve bi tundî hat şermezarkirin.

Serokê Iraqê Berhem Salih li dijî êrişê daxuyaniyek belav kir û bi tundî ev êriş şermezar kir.

Berhem Salih got:

“Di encama topbarana Tirkiyê de hejmarek ji zarokên me şehîd û birîndar bûn.

Ev cihê şermezariyê ye.

Ev yek serweriya Iraqê bin pê dike û gefek li dijî ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ye.”

Mistefa Kazimî: Mafê Iraqê heye bersiva êrişan bide

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê twîtterê êriş şermezar kir û ev got:

“Dewleta Tirk bi rengekî eşkere serweriya Iraqê bin pê dike.

Mafê Iraqê heye bersiva êrişên Tirkiyê bide û ew ê bi her awayî gelê xwe biparêze.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Dewleta Tirk êriş pêk aniye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên jî êriş şermezar kir û got:

Piştî lêkolînê, derket holê ku dewleta Tirk êriş pêk aniye.

Hebûna TirkiyÊ ya li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin.

Eşkere bû ku şerê dewleta Tirk ne li gel PKK’ê ye.

Tirkiye bi dehan gund dagir kirine û xelkê sivîl dikûje.”

Tevgera Sedir: Divê rêyên di navbera Tirkiye û Iraqê de werin girtin

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî bi peyamekê helwesta xwe ya li dijî komkujiyê nîşan da û got:

“Divê rêyên hewayî û bejahî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de werin girtin.

Divê hikumeta Iraq li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê bike û hemû peymanên ewlehiyê yên li gel Tirkiyê werin betalkirin.”

Serokê Hevpeymaniya Nesir: Divê hêzên siyasî li dijî êrişan rawestin

Serokê Hevpeymaniya Hevpeymaniya Heyder Ebadî jî bi peyamekê li ser Twîtterê bang li hêzên siyasî yên Iraqê kir ku bi awayekî yekgirtî li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin.

Ebadî jî ji hikumeta Iraqê xwest bi awayekî fermî giliya Tirkiyê bike.

91 parlementerên Iraqê banga civîneke awarte kirin

91 parlementerên Iraqê jî bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza civîneke awarte kirin û banga amadebûna serokwezîr Kazimî, Fermandarê Giştî û Wezîrê Paratinê yê Iraqê kirin.

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraq: Divê Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Piştî van hlwestên tund, Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê jî civîneke awarte lidar xist û dawiyê gelek biryar girtin;

Ji wan :

  • Wezareta Karên Derve der barê êrişên Tirkiyê de dosyayekê amade bike û bilez radestî Konseya Ewlekarî ya NY bike.
  • Balyozê Tirkiyê yê Iraqê der barê cezayan de were agahdarkirin.
  • Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyê.
  • Wê li gel hikumeta Başrû ji bo pêşîlêgirtina li binpêkirinan têkilî çêbibe.
  • Daxwaz ji Tirkiye hat kirin dbi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişîne.
Back to top button