Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî: Mafê Iraqê heye bersiva êrişan bide

Rayedarên Başûrê Kurdistan û yên Iraqê bi daxuyaniyan komkujiya Zaxoyê şermezar kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, diyar kir ku mafê Iraqê heye bersiva êrişan bide.

Mustefa Kazimi li ser hesabê xwe yê twîtterê êriş şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk bi rengekî aşkere serweriya Iraqê bin pê dike.

Mafê Iraqê heye bersiva êrişên Tirkiyê bide û wê bi her awayî gelê xwe biparêze.”

Parlementerê Iraqê Şêrwan Duberdanî komkujiya li Zaxo şermezarkir û got, pêwîste Iraq bersivek Hêjayî parastina rûmeta Iraqê ye bide Tirkî.

Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê û Hişba Şiû ya Iraqê jî bang hikumeta Iraqê kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Serokê YNK’ê Bafel Talabanî: Li dijî êrişên Tirkî pêwîstî bi helwestek nîştîmanî heye

Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafel Talebanî jî got, “Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan pêwîstî bi helwestek nîştmanî ya hemû aliyan heye.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Husên eşkere kir ku êrîş li Zaxoyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û destnîşan kir ku wê bûyerê biginînin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Back to top button