Piştî betekên rayedarên siyasî û gel, Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ji Tirkiyê tê xwestin bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne.
Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê di civînê de biryarên nû li dijî Tirkiyê stendin.
Di civînê de heşt biryar hatin girtin;
Ji wan :
– Wezareta Karên Derve hat erkdar kirin ku dosya der barê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê de amade bike.
Bi lez van dosyayan radestî Konseya Ewlekarî ya NY bike.
– Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiyê yê Iraqê gazî bike û der barê cezayan de agahdar bike.
– Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyê.
– Amadekirina lêkolînê der barê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan her wiha tazmînata wan de.
– Wê li gel hikumeta Herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.
– Daxwaz ji Tirkiye dikin bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişîne.