Piştî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê li dijî baregeha artêşa Tirk a Bamernê ya Dihokê êrîşeke hewayî pêkhat.
Di wextekê de ku nerazîbûnên cidî ji Iraqê li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê derdikevin êriş li dijî baregeha artêşa Tirk pê tê.
Êriş li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a Bamerneyê ya Dihokê pêk hat .
Li gorî hat raghandin êrîş bi balafirên bê mirov pêkhatiye.
Lê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin û encama wê çiye nayê zanîn.