Li Efrîn û Şehbayê dagirkeran di mehekê de êrîşî 33 deveran kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, di nava meha Tebaxê de 51 carana êrîşî 33 deverên herêmên Efrîn û Şehbayê kiriye.
4 caran jî êrişê hêzên Hikûmeta Şamê kiriye û di van êrişan de 10 leşkerên hikûmeta şamê birîndar bûye.

Navenda ragihandinê ya hêzên leşkerî ya Efrîn û Şehbayê bilançoya meha Tebaxê ya êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser herêmê eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê artêşa Tirk a dagirker di navbera 3 û 31’ê Tebaxa 2023’yan de 33 gund, bajarok, navçe û sedên herêmên Efrîn û Şehbayê bombebaran kirin e.

Dagirkeriya Tirkiyê bi diron, obûs û hawanan 51 car êrîş hatine pêkanîn, 256 topên hawanê, 164 obus, 6 fuze li van herêman hatine xistin, 6 caran jî bi dron û balafirên bê birov êrîş hatiye kirin.

Li gor navendê di van êriaşn de ziyanên madî pêk hatiye.

Her wiha navendê dazanîn ku artêşa dagirker 4 caran jî noqteyên hêzên Hikûmeta Şamê bombebaran kirine.

Di encama van êrîşan de 10 leşkerên hikûmeta Şamê bibîrandar bûn .

Back to top button