Buroya Hiqûqê ya Asrin: Divê hevdîtin bi Ocalan re bê pêkanîn

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin destnîşan kirin ku redkirina daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Ocalan re li dijî hiqûq û qanûnê ye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya parastina Rêberê Ocalan û 3 girtiyên din dike, 20’ê adarê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa û Wezareta Edalet û Dadgeriyê ya Înfazê ya Bûrsa dan û têkildarî muwekîlên xwe hinek daxwaz pêşkêş kiribûn.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût têkildarî mijarê got:

“Di biryarê de daxwaza wan bi hinceta ‘Nakeve çarçoveya erk û perpirsyartiyên Dadgeriya Înfazê.’ hatiye redkirin.”

Parêzer Raziye Tûrgût anî ziman ku redkirina daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Ocalan re li dijî hiqûq û qanûnê ye.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût bang kir ku divê mercên baş bên avakirin ku hevdîtin bi Rêberê Ocalan û girtiyên din re bên pêkanîn.

Back to top button