31 salên ji têkoşînê têr û tejî.
Bi sedan şervan li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde kir.
Bi van peyaman xelkê Helebê, Fermandarê YPG’ê Şervan Heleb oxir kirin.
Di merasîmê de, bi minetdarî qala têkoşîna şehîd Şervan ya li 4 beşên Kurdistanê dayî meşandin hat kirin.
Darbesta Fermandarê YPG’ê Şervan Heleb li ser milan bû.
Ket û têkoşîna nêzî 31 salî di her kêliyê de xwe da hîskirin.
Fermandar Şervan Heleb 10’ê Çileyê di encama krîza dil de li Hesekê şehîd bû.
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şervanên YPJ û YPGˊê ji bo oxirkirina fermandarê xwe kom bûn.
Bi hezaran di bin baran û sermayê de, li pey cenazeyê fermandarê xwe berê xwe dan goistana şehîdan.