Koalîsyona Navnetewî wê girtîgeha Hesekê fireh bike

Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku ew ê girtîgeha Hesekê ya ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, fireh bikin.

Cîgirê Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî General Kevin Copsey derbarê mijarê de ji malpereke Amerîkî re axivî û diyar kir girtîgeha ku nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞ’î lê tên girtn wê bi qasî du qat were firehkirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê da zanîn ku wê welatê wî xebatên berfirehkirinê fînanse bike.

Fermandarekî Amerîkî Paul Calvert ku ji bo vê yekê hatiye erkdarkirin, diyar kir armanc ew e ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî baştir kontrola wan avahiyan bike.

Calvert li navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li Bexdayê roja sêşemê gotibû: “Bi firehkirina girtîgehê re dê girtî bi rêjeyeke mezintir bên belavkirin, ji bo ku li hundir torên çeteyan neyên avakirin.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku proje di çarçoveya hewldanên koalîsyonê yên pêkanîna îstiqrarê li herêmê de, pêk tê.

Back to top button