QSD: DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 32 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome.

Navenda ragihandina QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî navnedê 32 çete hatin kuştin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome.

Navenda ragihandina QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî navnedê 32 çete hatin kuştin.

FILM

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê encama şerê 24 saetên derbasbûyî yên Qonaxa dawî ya pêngava bagera Cizîrê eşerke kir.

Navnedê di dxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Li eniya Baxozê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.

Di encamê de hejamreke çete hatin kuştin û şervanan 15 nuqteyên parstinê ava kirin.

Di saetên sibehê de jî şervanan 9 nuqteyên din ava kirin.

Li vir şervanan çeteyek bi saxî girtin.

Li aliyekî din ê vê eniyê jî şervan 2 Km pêş ketin û 22 nuqte ava kirin.

Li eniya Hecînê jî şerekî giran li gelek aliyan hebû.

Çeteyan bi hemû hêza xwe hewl dan nuqteyan vegerînin, lê belê şervanan demlidest bersiv da û derbên giran li wan xistin.

Çete neçar man paşve birevin.

Şervanan jî hejmarek nuqte ava kirin û hemwextî êrîşên hewayî yên koalîsyonê li ser baregehên çeteyan, şervanan hejmareke maşîneyên leşkerî teqandin.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê piştî mayînkirina nexweşxaneya bajaroka Hecîn a di nîvê bajarok de ew teqandin.

Gelek zirar gihiştin nexweşxaneyê.

Şervanên QSD’ê nexweşxane dorpêç kirin û şerekî sin bi sing rû da.

Di encamê de nexweşxane bi temamî hat rizgarkirin.

Tîmên taybet ên QSD’ê demlidest dest bi bêndorkirina mayînên çeteyan ên li her dera nexweşxanê çandibûn, kirin.

Şervanên QSD’ê di nava bajaroka Hecîn de bi pêş ketin û 18 nuqteyên parstinê ava kirin.

Li vir, hejmarek çete hatin kuştin, hejmarek mayin û tunel jî hatin teqandin.

Şerekî demkî li hemû eniyan rû dide.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser bîlançoya şerê eniyan jî ev agahî dan.

32 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 22 êrîşên hewayî pêk anîn.

Erebeyk leşkerî, topavêjek hawanan

Çekek doçka, 2 maşîneyên leşkerî hatin teqandin.

4 navend, 4 baregehên sekvaniyê, stasyonek sotmeniyê, hatin rûxandin.

3 rêyên lojistîkê li çeteyan hatin qutkirin.

Navenda Çapemniya QSD’ê diyar kir ku, hejmarek şervanên wan bi sivkî birîndar bûne û li nexweşxanyê tên dermankirin.

Leave a Reply

Back to top button