Li kantona Cizîrê pêngava komkirina îmzeyan dewam dike

Pêngava komkirina îmzeyan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li herêmê hatiye destpêkirin, bi çoşeke mezin dewam dike.
Xelkê kantona Cizîrê diyarkirin ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amade ne her tiştî bikin.

Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Lewma bi çoşeke mezin tevlî kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber Apo dibin.

Ji 9’ê Sibatê ve ev kampanya hatiye destpêkirin.

Îro jî li Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê şêniyan îmze dan û gotin divê Rêber Apo azad bibe.

Li tax û kolanên Hesekê komkirina îmzeyan kete roja xwe ya 14’an.

Komîteyên ku îmzeyan komdikin bi dilgermî ji aliyê şêniyan ve tên pêşwazî kirin.

Li navçeya Şedadê jî komkirina îmzeyan di roja xwe ya 15’an de ye.

Şêniyên ku îmzeyên xwe dan gotin:

“Em weke şêniyên herêmê deyndarê Rêber Apo ne.

Lewma erkê me ye ku em beşdarî vê pêngavê bibin.”

Her wiha Li Dirbêsiyê jî komîteyên komkirina îmzeyan kar û xebatên xwe di roja 13’an dewam kirin.

Şêniyên ku îmzeyên xwe avêtin gotin:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ji her tiştî re amade ne”

Bertekên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo

Back to top button