Idlib..3 leşkerên Tirk di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin

Li Idlibê, di encama êrîşeke çekdarî li ser bargeheke leşkerî ya Tirkyê de, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Li gundê Batbo ya bakurê Idlibê, êrîşeke çekdarî li dijî bargeheke leşkerî ya artêşa Tirk, pêk hat û di encamê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Piştî êrîşê, yekser koma çeteyên bi navê Ensar Ebû Bekir El-Sedîq, ev êrîş girt ser xwe.

Dagirkeriya Tirkiyê 25 maşîneyên din li Idlibê bi cih kir

Li aliyekî din, Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand roja Şemiyê, artêşa dewleta Tirk ji deriyê Kerfer Losîn re, 25 maşîneyên leşkerî ku ji alavên leşkerî û lojiştîk pêk dihat, derbasî Idlibê kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku, artêşa Tirk ev maşîne li nuqteyên xwe yên li Cebel EL-Zawiyê bi cih kirin.

Back to top button