“Divê rojnameger yekîtiya netewî ji xwe re bike bingeh”

Bi pêşengiya KNK’ê, rojnamegerên Kurd di konferansek online de li ser rola medyaya Kurdî di xebatên yekîtiya neteweyî de nîqaşkirin.
Di konferansê de hate diyarkirin ku divê medyaya Kurd zimanê li ser bingeha yekîtiya neteweyî bi kar bîne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sernavê ‘Di stratejiya ewlekariya neteweyî de rol, derfet û astengiyên rojnamegeran’ duh konferanseke online li dar xist.

Konferans ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Refîk Gefûr, rojnameger Sebrîye Behmanî û Gule Algunerhan hat bi rêvbirin û nêzî 100 rojnameger tevlî konferansê bûn.

Di konferansê de li ser rewşa medyaya hemû parçeyên Kurdistanê hate sekinandin û li ser rola medyayê ya di xebatên yekîtiya neteweyî de pirsgirêkên medyaya Kurdan hate nîqaşkirin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî diyar kir ku di xebatên yekîtiya neteweyî û pêkanîna ewlekariya gelê Kurd de peywireke mezin dikeve ser milê saziyên medyayê yên Kurdan û rojnamegeran.

Di konferansê de hate diyarkirin ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal gelek kes li Başûrê Kurdistanê hatine girtin û hate xwestin ku rojnamegerên hatine girtin werin berdan.

Her wiha hate diyarkirin ku divê zimanê medyaya Kurd yekîtiya neteweyî ji xwe re bike bingeh, dûrî zayendparêziyê be û heqaretê li nirxên gelê Kurd neke.

Ji rojnamegerên Kurd hat xwestin ku zimanê medyaya hêzên serwer bi kar neyne û zimanê ji bo ewlekariya gelê Kurd bi kar bînin.

Beşdarên konferansê jî, xwestin ku platformeke rojnamegerên Kurd were avakirin û li qadên ku medyaya Kurd di bin êrîşên hêzên dagirker de, divê rojnamegerên Kurd bi hev re bixebitin.

Wê pêşniyaz û biryarên konferansê piştre bi encamnameyekê were eşkerekirin.

Back to top button