Silêman Xelîl: Ev proje wê rojane 15000 metrekab av ji Hesekê re dabîn bike

Xebata li ser Projeya Stasyona Bajarokê 47’an ji bo gihandina avê ji Hesekê re dewam dike.
Gerînendeyê Projeyê Silêman Xelîl diyar kir ku projeya kişandina avê ya ji ava Firatê dê rojane derdora 15 hezar metrekab av ji Hesekê re dabîn bike.

Ji bo gihandina avê ji xelkê Hesekê re, Rêveberiya Xweser lez daye xebata Projeya Stasyona Bajarokê 47’an.

Ji ber ku piştî dewleta Tirk û çeteyên xwe stasyona Elok a li Serê Kaniyê dagir kir, av li ser milyonek kes qut kir.

Li gorî gerînendeyê Projeya Stasyona Bajarokê 47’an endizyar Silêman Xelîl ev proje, projeyeke lezgîn e da ku ji çemê Firatê avê bide Hesekê.

Karkeran di 4ê Çileyê de dest bi sererastkirina xetên kişandina avê kir.

Dema çeteyan herêmên başûrê Hesekê dagir kiribûn, xetên avê xerab kiribûn û niha têne sererastkirin da ku bikevin xizmetê û avê bide stasyona Ezîziyê ya Hesekê.

Av ji çemê Firatê digihêje stasyona navçeya Siwer a li Dêra Zorê û ji wir jî diçe stasyona El-Îlewa ya nêzîkî bajarokê Mergedayê, ji wir jî digihêje stasyona Şedadê ya berê, beriya niha navê projeyê; projeya avdana gundên Hesekê bû.

Silêman Xelîl da zanîn ku rojane dê derdora 15 hezar metrekab av bide Hesekê ku dê ji sedî 20-15 ji pêwîstiya ava bajêr dabîn bike.

“Xebatên li stasyona nû li gorî plana hatiye diyarkirin bi rêve diçe.

Li gorî vê plane depoyeke nû ya avê wê were dayîn, her wiha holeke nû ya hilmijandinê dê were avakirin.

Ev hol jî depoyên avê yên erdî pêk tê, ku têra 360 mîtrekab av dike.

Her wiha dê li jor jî holeke were dayîn ku têra 3 pombên avê dike, du jê sereke ne û yek yedek e.”

Karîna van hilmijan dê di saetekê de 400 metremukab be û di encamê de miqdarê ava ku bihêje hawizên avê yên li Hesekê 15 hezar metremukab e.

Tê payîn ku di dawiya meha Adara 2021’ê de Projeya Stasyona Bajarokê 47’an bikeve xizmetê.

Back to top button