8 ZAROKÊN AUSTRALÎ RADESTÎ HIKÛMETA WELATÊN WAN KIRIN

Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo vegerandina zarokên DAIŞ’î di nava têkiliyan de ne. Li ser vê bingehê îro Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 8 zarokên sêwî yên Australî radestî Hikûmeta welatên wan kir.
Serok Wezîrê Australiya li ser radestkirina zarokan kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya rêveberiya xweser kir.

22’ê Hezîranê Nûnerê Wezareta Derve yê Australiya John Philip serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

John Philip serdana navenda Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

Philip da zanîn ku hikumeta Australiya keda ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê di oxira şer û têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê de daye, nas kiriye .

Îro Boruya Têkiliyên derve ya rêberiya xweser bi awayekî fermî 8 zarokên sêwî yên Australî li gorî hevpeyamana di navbera Rêveberiya xweser û Hihkûmeta Australiya de, radestî hikmeta welatê wan kir.

Li ser radestkirinê Serokê Wezîrê Australiya Skot Morîson ragihand ku 8 zarokên sêwî yên Australî ji rêveberiya xweser werrgirtine.

Skot Morîson diyar kir ku ev zarok ji niha û pê de di bin berpirsiyariya Hikûmeta Australiya ye de ne û wiha got:

Nabe em van zarokan darizînin ji ber ku malbatên wan sûc kirine.

Serokê Wezîrên Australiya Skot Morîson nasnameya van zarokan ji çapemeniyê re eşkere nekir.

Di çarçoveya pênagava Bagera Cizîrê ji bo tunekirina Çeteyên DAIŞ’ê de şervanên QSD’ê bargeha DAIŞ’ê li Baxozê rûxand û ew têk birin.

Bi vê re hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê tevî zarok û jinan xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Ji bo diyar kirina çarenûsa van çeteyan , Rêveberiya xweser daxwaz avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina van çeteyan kir.

Her wiha ji bo vegerandina zarokan ji welatên wan re Rêveberiya xweser bi Hikûmeta welatên wan re di nava têkiriyan de ne.

Bi vê armancê heta niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojahilatê Sûrî hejmareke zêde ji zarokên DAIŞ’î radestî hikûmeta welatên wan kirine.

Herî dawî doh zarokek Danîmarkî radestî hikumeta welate wî hatibû kirin.

Leave a Reply

Back to top button