Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek da

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da û got: “‘Jin jiyan azadî’ wek berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê, êdî Kurdistan bi hêza jinên Kurd ji bo çareseriyên pirsgirêkên gerdûnî dibe alîkar.”

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘Jin jiyan azadî’ wek berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê.

“Jinên Kurd dibin hêza çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî”

Komîsyonê da zanîn ku sed sal in komkujî, talan, koçberî, asîmîlasyon li ser Kurdan hate ferzkirin û got:

Ji bo ku koka Kurdan ji bingeh de ji holê rakin siyasetek taybet ji li ser jinên Kurd pêk anîn.

Di nav 30 salan de têkoşînek bê mînak ya jinên Kurd jî rû da.

Ev şoreş ji serkeftin û raperînên beriya xwe, gelek ders wergirt.

Di asta îro de jî jiyan li Kurdistanê bê jin nameşe.

Komîsyona Jinan a KNK’ê diyar kir ku ev hêza mezin û modern îro Kurd û bi taybet jî jinên Kurd gihand qada navneteweyî.

Berhemên wê yên serkeftî di şerê li dijî DAÎŞ’ê de di pêşengiya YPJ/YPG li Rojava û Başûrê Kurdistan hêvî da Kurdan û cîhanê.

Komîsyonê eşekr kir ku jin li Rojhilatê Kurdistan, Belûcistan û Îranê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ rêya siberoja xwe diyarkirin û wiha bi dawî kir:

Di roja 8’ê Adarê de em jinên şehîdên şoreşa wek Clara Zetkîn û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi minnetdarî bi bîr tînin.

Ji bo pêşerojek azad em dibêjin her roj bi ‘jin, jiyan, azadî’ geş û xweş bin.

Back to top button