Dewleta Tirk gundên Kobanê topbara kirin-sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a qirker careke din bi awayeke hovane êrişî gundewarên kobanê kir.
Di êrişa raste rast sivîlên gund hatin armanckirin de, birîndar hene.

Êriş di saetên piştî nîvo de pêk hat.

Di êrişê de gundên Kûltep û Bexdikê yên li rojhilatê Kobanê hatin armanckirin.

Nuçegihanê me ragiahndin ku di encama topbarana bi obîsan de, şêniyê binavê Ehmed Hemze yê 29 salî birîndar bû.

Ehmed niha li nexweşxaneya bajêr tê dermankirin.

Li kêlek wê jî gelek malên şêniyên gundê Bexdikê zirar dîtin.

1’ê Adarê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma di navbera gundên Xerbîsan û Koran ên Kobanê de topbaran kirin.

Beriya wê jî gundê Seyda, kampa Eyn Îsa û rêya M4 ên li Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kiribûn.

Di nava meha Sibatê de jî dewleta qirker 24 caran bi çekên giran û 2 caran bi balafirên bê mirov êriş pêk anîn.

Di encama van êrişan de, 4 sivîl şehîd û 3 jî birîndar bûn.

QSD’ê bîlançoya êrişên meha Sibatê li ser herêmê eşkere kir

Back to top button