“PDK dixwaze êriş li dijî Rojava werin kirin”

PDK’ê idiayek din di derheqê Rojavayê Kurdistanê de kir. Piştî bûyera desteserkirina çekan li Duhokê, vê car jî dibêje PKK’ê ji Rojava hêzê dişîne Şengalê. Berî niha YPG”ê gotibû PDK’ê dixwaze Rojava bibe navenda êrişan.. Wer xuyaye bi vê daxuyaniya dawî re hewl dide dijminatiyê di navbera Rojava û Iraqê de çêke.

Îro şer li gelek deverên Kurdistanê heye..

Ji Zapê heta bi Şengal û heta bi Rojava..

Li her derê êriş û hewldanên dagirkirinê li ber çavan in.

Di wexteke wiha de jî PDK’ê ketiye pey parvekirina agahiyên ne rast û dixwaze êriş li dijî Rojava pêk werin.

26 Nîsanê hêzên PDK’ê idia kir ku wan çekên diçûn ji PKK’ê re li Duhokê desteser kirine û ev çek ji hêla Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ve hatine şandin..

Bi gotineke din PDK’ê xwest navê YPG’ê di wir de bi kar bîne.

Piştî wê yekser YPG’ê ev daxuyanî li derewê qeliband û eşkere kir ku tu alav ji hêla wan ve nehatine şandin.

YPG’ê îşaret bi wê yekê kir ku PDK’ê dixwaze Rojava bike armanca êrişan.

Îcar PDK’ê li cem Kurdan hat rûreşkirin û hetikî..

Ji hêlekê ve alavên xweparastinê diçûn ji Gerîla re desteser kirine û ji hêleke din ve bêyî tu bingehî YPG’ê tawanbar kir.

Diyar e bi helwesta Kurdan û hêzên wan, ev hewldana wan a ku Rojava bikin meydana şer têk çû..

Ew hewl dide ku berê şer tim bide Rojava.

PDK niha ji bo aloziya li Şengalê jî heman hewldanê dike..

Bi daxuyaniyekê dîsa idia kiriye ku “PKK’ê hêzê ji Rojava dişîne Şengalê”..

Li kêleka ku ev agahî ne rast in, PDK’ê dîsa navê Rojava di aloziyên wiha re derbas kir,,

Weke berî niha YPG’ê gotiye, diyar e dixwaze Rojava bibe navenda êrişan..

Her wekî hewl dide dijminatiyê di navbera Rojava û Iraqê de çêke û li vir dîsa sûdê werbigire..

PDK’ê van idiayan dike û dewleta Tirk a dagirker jî gefa êrişeke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Gelo PDK çima dixwaze êriş li Rojavayê Kurdistanê were kirin?

Back to top button