Çîn..Ji ber lehiya li eyaleta Hûbeî 21 kes mirin

Li gelek herêmên Çînê ji ber barana zêde herî kêm 21 kes mirin, 6 hezar kes hatin veguhastin.

Baranê bandora herî giran li herêmên navendî yên welêt kir.

Li gorî çapemeniya welat herî kêm 21 kes mirin.

Di karesata lehiyê de ya destpêka meha Tîrmehê rû da zêdeyî 300 kes miribûn.

Wîlayeta Hûbeî ya li rojavayê Şangayê ye, ji roja Çarşemê ve di bin bandora barana zêde de ye.

Bi taybetî li bajarê Yîchengê rojê zêdeyî 400 mîlîmetreyî baran bariya.

Ev yek asta rekorê ye.

Bajar bi carekê de di bin avê de maye.

Li Hûbeiyê ji ber baranê erd şemitî û bi sedan mal hilweşiyan, 6 hezar mirov jî hatin veguhastin.

Li bajarê Sûîzhoûyê ku bi 140 kîlometreyî li rojhilatê Yîchengê ye, li hin deveran av bi qasî 3 metreyan bilind bû.

Şêniyên bajêr ragihandin ku 20-30 sal in bi vî rengî baran nebariya ye.

Servîsa meteorolojiyê ya Çînê ragihand ku ew li bendê ne îro li herêmên başûr rojava û rojhilatê Şangayê baran bibare.

Back to top button