Artêşa Îsraîlê: Me yek ji fermandarên Hizbûllahê li Lubnanê kir armanc

Piştî êrîşên Hizbullahê, artêşa Îsraîlê li bajarê Nabatiye yê li başûrê Lubnanê li dijî wesayîteke sivîlan êrîşeke hewayî pêk anî.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di vê êrîşê de yek ji fermandarên Hîzbullahê hatiye armanckirin.
Her wiha Hizbullahê jî da xuyakirin ku di 24 saetên dawî de ji başûrê Lubnanê 8 êrîş birin ser çeperên artêşa Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di bersiva êrîşa li ser herêma Kiryat Şmona de yek ji fermandarên Hizbullahê li başûrê Lubnanê bi balafirê hatiye hedefgirtin.

Ofîsa çapemeniyê ya artêşa Îsraîlê der barê êrîşa li dijî wesayîteke li herêma Nabatiye ya li başûrê Lubnanê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember êrîşa danê sibê ya li ser Kiryat Şmona li bakurê Îsraîlê, yek ji fermandarên herêmê yên Hîzbullahê li herêma Hiyamê li bajarê Nabatiye bi balafirê hat hedefgirtin.

Hat îdiakirin ku fermandarê Hîzbullahê ku hedef hatiye girtin beşdarî êrîşên roketî û fuzeyên dijî tankê yên li dijî herêmên Kiryat Şmona û Metula yên li bakurê Îsraîlê bûye.

Hizbullahê derbarê nûçeya ku di vê êrîşê de yek ji fermandarên wê hatiye hedefgirtin de daxuyaniyek nedaye.

Hizbullah li dijî Îsraîlê di nava 24 saetan de 8 êrîş pêk anî

Hizbullahê ragihand ku di 24 saetên dawî de ji başûrê Lubnanê 8 êrîş birin ser çeperên artêşa Îsraîlê.

Hizbullahê derbarê vê yekê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Meron a Îsraîlê û noqteya leşkerî ya Maalî Golanê ya li Çiyayê Hermonê bi moşeka Falak-1 hatin xistin û moşeka Burkanê jî li baregeha leşkerî ya Birket Rişe hat xistin.

Li Libnanê berpirsekî Hizbullahê hate kuştin

Back to top button