Pentagon: Bersiva êrîşên li Urdinê 40 kes hatin kuştin

Piştî êrîşa ku tê de 3 serbaz hatin kuştin, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku zêdetirî 40 kesên ji komên milîs ên bi piştevaniya Îranê li Iraq û Sûriyê hatine kuştin an birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku, li gor zanyariyên heta niha zêdetirî 40 endamên komên alîgirên Îranê di tolhildana êrişa ser baregeha leşkerî ya Birc 22 li Urdinê de hatine kuştin yan birîndar bûne.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de nirxandinan kir.

Ryder anî ziman li gorî encamên destpêkê, zêdetirî 40 endamên komên alîgirên Îranê di herî kêm 85 êrîşên esmanî de li Iraq û Sûriyê ji 2’ê Sibatê ve hatin kuştin an birîndar kirin.

Ryder tekez kir, ku Amerîka dê ji bo parastina leşkerên xwe tedbîrên pêwîst bigire.

Amerîkayê li Iraqê êrîşeke hewayî pêk anî

Back to top button