Li Derayê hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên herêmî şer kirin

Hêzên hikumeta Şamê taxên başûr ên bajarê Tefes ê Derayê topbaran kirin.
Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de, şer rû da.

Li Derayê şerekî giran qewmî ye.

Ji aliyekî ve hêzên hikûmeta Şamê û ji aliyê din ve çekdarên herêmî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dronên hêzên hikûmetê mala serokê komeke çekdar Iyad El-Xanim a li bajarokê Yarûdiyê yê Derayê bombebaran kir.

Di encamê de tenê zirar li malê bû.

Hem wextî vê, hêzên hikumeta Şamê taxên başûr ên bajarê Tefesê yê li rojavayê Derayê topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê, şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar yên herêmî de derket.

Ji ber şer, şêniyan taxan ber bi navenda bajar ve koçber bûn.

Rûsya û hikumeta Şamê heta 6 rojan wê tetbîqatên hevpar bikin

Back to top button