Li Libnanê 18 DAIŞ’î hatin girtin

Li Libnanê, 18 DAIŞ’î ku amedekariya êrîşan dikirin, hatin girtin.

Li navçeya Irsal عرسال ya girêdayî parêzgeha El-Bîqa ya Libnanê, hêzên artêşê ragihand ku 18 çeteyên DAIŞ’ê di encama operasyonên meydanî de hatin girtin.

Çeteyên ku hatine girtin, li gorî daxuyaniya artêşê, amedekariya êrîşên terorîst dikirin.

Li rex girtina van çeteyan, artêşa Libnanî her wiha dest danî ser jimareke cebilxane jî.

Back to top button