Li herêma Bane kolberek hat kuştin

Hêzên Îranî li Bane û Merîwan êrîşî komeke kolberan kir, di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên “Kolber News”, duh hêzên Îranî li herêma Bane ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, êrîşî komek kolber kir û di encamê de, kolberek hat kuştin.

Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên Îranî li herêma Merîwan jî, êrîşî komeke kolber kir û li wir jî, kolberek bi giranî birîndar bû.

Back to top button