11 DAIŞ’î li Iraqê hatin girtin

Li Iraqê, 11 çete di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hatin girtin.

Hêzên Ewlehiya Iraqê ragihand ku îro li deverên cuda li Kerkûkê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyon çêbûn û jinek di nav de, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li parêzgehên Diyala û Selahedînê jî, li gorî Artêşê, 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Artêşê da zanîn, ku di nava van kesan de, çeteyek ku ji bo teqîna li Bexdayê hatibû erkdarkirin, heye.

Duh jî hêzên artêşa Iraqî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan li Nînewayê, li dijî 2 şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyonên leşkerî pêk anîn û li wir 2 çete hatin girtin û herdu şane hatin jihevxistin.

Back to top button