Newroz Ûysal: Tecrîda li Îmraliyê ev 24 sal in bi awayekî derqanûnî didome

Li Meclisa Tirkiyê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo da.
Newroz Uysal diyar kir tecrîda li Îmraliyê ev 24 sal in bi awayekî derqanûnî didome û got: Divê biryarên DMME û NY’yê yên têkildarî Îmraliyê pêk bînin û destûra hevdîtinên bi parêzer û malbatan re were dayîn.

Pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo bi binpêkirin û bêhiqûqiyan dewam dike.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal li Meclisê giştî a Tirkiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî.

Newroz Uysal destpêkê îşaret bi daxuyaniyên AKP’iyan ên têkildarî “Dewleta hiqûqê” û ev tişt anî ziman:

Hefteyê rojekê mafê parêzeran heye ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Lê parêzeran di nava 12 salan de tenê karîne 5 caran vî mafî bi kar bînin.

Maf heye ku her 15 rojan carekî 10 deqeyan li ser telefonê biaxive lê ev 24 sal in ev maf tenê 2 caran hatiye dayîn.

Bi binpêkirina van her sê mafên bingehîn jî diyar e ku bi tu awayî li gorî qanûnan nayê tevgerîn.”

Parlamenter Newroz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ev 24 sal in bi awayekî derqanûnî didome û got:

“Ji bo ku ev derhiqûqiye bi dawî bibe, divê Meclis tecrîdê bike rojeva xwe. ”

Bi domdarî Newroz bal kişand ser sepanên DMMEyê ku heta niha nehatine pêkanîn û wiha axivî:

Newroz Ûysal: Divê biryarên DMME û NY ên têkildarî tecrîdê werin pêkanîn

DMME di 18’ê adara 2014’an de biryar da û got ku ev sererastkirina qanûnî li dijî qedexeya îşkenceyê ye.

Biryara DMME’yê, ev 8 sal in li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê sekinandin.

Tirkiye bi planên çalakiyê yên ne rast, her ku ji dest tê vê pêvajoyê dirêj dike.

Divê biryarên DMME û NY werin pêkanîn û destûra hevdîtinên bi parêzer û malbatan re were dayîn.

Newroz Ûysal: Bi tecrîdê re hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê, yekser eleqeaya xwe bi hewldanên çareserî û aştiyê heye û wiha bi dawî kir:

Ocalan dikare sûdekî mezin bide demokratîkbûna welêt.

Dixwazin dengê wî qut bikin û bi tecrîdê re daxwaz û hêviya aştiyê gel jî tune bikin.

“Gava yekê yê nexşerêya têkoşînê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e”

Back to top button