Letîf Fatih Ferec: Swêd û Fînlanda mercên Tirkiyê pêk naynin

Çavdêrê Siyasî Letîf Fatih Ferec der barê lihevkirina navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de dibêje, “Wê Swêd û Fînlanda nekevin jêr mercên Tirkiyê û daxwazên wê pêk neyinin.”

Letîf Fatih da zanîn ku mercên Tirkiyê bo Swêd û Fînlandayê cihê şermezariyê ne û got:

Ez weke Kurdekî şoq bûm dema min dît li ser hesabê min Tirkiye endambûna du welatan ji bo NATO’yê erê dike.

Çima ev yek dibe? .”

Letîf Fatih diyar kir ku propagandayên Erdogan ên li ser vê lihevkirinê ne rast in ji ber ku berjewendiya desthilata xwe tê de dibîne.

Back to top button