Li Kobanê û Minbicê jî pêngava komkirina îmzeyan a bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.
Li Kobanê jî pêngava komkirina îmzeyan dest pê kir.
Komîteyek ku ji endamên sazî û komînan hatiye avakirin, dê rojane îmzeyan kom bike.
Li Minbicê jî pêngav bi çavdêriya Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir.
Berpirsê kampanyayê li Taxa Şehîd Xebat a Kobanê Xalid Mehmûd got:
Em dixwezin îmzeyên şêniyan kom bikin, radestî aliyên hiqûqî yên têkildarî mafên girtiyan bikin, da ku îsbat bikin ku bi milyonan mirov bi Rêber Apor re ne û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têdikoşin.
Mehmûd banga tevlêbûna pêngavê li şêniyan kir û ji her kesî xewst ku tevlî pêngavê bibin.