Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Ocalan didome

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îmze tên komkirin û li gelekan jî pêngav ji nûde dest pê dike.
Herî dawî jî; li Zirganê, Şehba û Helebê Pêngava komkirina îmzeyan dest pê kir.
Li bajarê Qamişlo jî buroya Jin a TEV-DEM bi daxuyaniyekê daxwaza wergirtina agahiyekê ji Rêber APO kir.

Pêngava komkirina îmzeyan û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan didomin.

Li navçeya Zirganê pêngava komkirina îmzeyan a ji bo rakirina tecrîdê û eşkerekirina rewşa Rêber Apo dest pê kir.

Li Zirganê pêngava komkirina îmzeyan dest pê kir

Li navçeya Dirbêsiyê jî pêngava ku 25’ê Çileyê dest pê kiriye, dewam dike.

Pêngava komkirina îmzeyan bi hevkariya komîn û meclisên her du navçeyan bi rê ve diçe.

Pêngav li Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Birak û Til Temirê jî didome.

Li Heleb û Şehbayê pêngava komkirina îmzeyan dest pê kir

Li aliyê din, bi beşdariya saziyên sivîl û partiyên siyasî, Însiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyê dest bi pêngava komkirina îmzeyan li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ên Helebê kir.

Li her du taxan komîte hatin avakirin.

Ev komîte serdana komîngeh û malan dikin, armanca pêngavê ji şêniyan re şîrove dikin û îmzeyan kom dikin.

Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê jî, ji aliyê meclisên Efrîn û Şehbayê ve û bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kon hatin vedan û îmze têne komkirin.

Bi dehan şêniyên Şehba û koçberên Efrînê berê xwe didin kon û îmze didin.

Li tevahî navçeyên Şehbayê pêngava komkirina îmzeyan dewam dike.

Tê payîn ku li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêngav dest pê bike.

Li Qamişlo buroya Jin a TEV-DEM li dijî tecrîdê daxuyaniyek da

Li bajarê Qamişlo jî buroya Jin a TEV-DEM li dijî tecrîdê daxuyanî da û daxwaza wergirtina agahiyekê ji Rêber APO kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev 22 mehin tu agahî li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Buroyê got, divê rêxistinên navneteweyî ji rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan xwe berpirsyar bibînin.

Buroyê bang li CPT ki ku li dijî binpêkirinên derhiqûqî yên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Back to top button