Endamê Encûmena Rêveberiya YNK’ê rexneyên tund li hikumeta Başurê Kurdistan kir û diyar kir ku hemî hizb di nava xwe de û ji bo hev çalê dikolin.
Endamê Encûmena Rêveberiya YNK’ê Eta Serawî li Seyîdsadiq di daxuyaniyek çapemeniyê de rexneyên tund li siyaseta Hikumeta Herêma Kurdistanê kir.
Eta Serawî got; “Seyîdsadiq û YNK milkê meye, ji dema raperînê heya niha, herî zêde xelkê Şarezur, Helebce, Hewraman û Seyîdsadiq şehîd dane.
Eta Serawî di dewamê de destnîşankir ku hemû wezîfeyên li Herêma Kurdistanê demkîne, ya dimîne tenê gel û xelke.
Endamê Encûmena Rêveberiya YNK’ê Eta got; “Desthilatdarên Herêma Kurdistanê civaka li Kurdistanê têkdane, wisan kiriye ku êdî xelk bêrêziyê li hemû pîroziyên Kurdistanê dikin.
Mam Celal û Mesud Barzanî şerê birakujiyê mehkum kirin, lê nifşên wan girêdayî wan nebûn. Bi dijminên gelê me re, bi hêsanê lihev dikin. Lê ne amadene bi hevre bibin yek.”