DYA wê 24 sîplomatên Rûsya dersînor bike

Li nava DYA û Rûsya careke din krîza dîplomasî xwe daye der. Rûsya ragihand ku Waşîngtonê ji bo 24 dîplomatên wan ferman daye ku heta 3 Îlonê ji welat derkevin.

Krîza dîplomatîk a di navbera Amerîka û Rûsyayê de careke din gur bû.

Balyozxaneya Rûsya ya li Amerîka, li ser hesabê xwe yê facebookê têkildarî mijarê parvekirinek kir.

Li gorî vê parvekirinê, Balyozê Rûsyayê yê li Amerîka Anatoliy Antonov, diyar kiriye ku tevî gotinên Serokê Amerîka Joe Biden ên ji bo pêşxistina têkiliyên Rûsya û Amerîkayê jî dîplomatên wan neçar dimînên ku di bin şertên giran de bixebitin.

Anatoliy Antonov da zanîn ku ji rêveberiya Amerîkayê lîsteya 24 dîplomatên Rûs ku divê heta 3’ê Îlonê ji welat biçin girtine û wiha got:

“Hema bibêje tev jî bêyî ku kes bê cihê wan wê biçin. Lewre Washingtonê ji nişkeve prosedurên vîzeyê giran kir.”

Back to top button