Di encama civîna di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên QSD’ê de, biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de hate ragihandin. Agirbest dê ji êvara îro heta sibe saet 10:00’an de ye.
Ji ber şerê ku ev 4 roj in li bajarê Qamişloyê didome, polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) navbeynkarî kirin û civînek li dar xist.
Di civînê de biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de hate ragihandin.
Agirbest wê vê êvarê saet 18:00’an û heta sibe saet 10:00’an pêk were.
Li ser vê yekê fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hemû endamên xwe yên li xetên şer kirin ku li gorî biryara agirbestê tevbigerin.