Berxwedana li girtîgehan 148 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo li girtîgehên Tirkiyê, kampa Penaberan a Mexmûrê û Yewnanistanê didome. Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, li ser rojeva tecrîdê bi CPT’yê re civiyan. Li Şengal û Ranyayê jî li ser rewşa rêber APO sînevîzyon hatin pêşandan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 30’emîn, di roja 148’emîn de dewam dike.

Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi koma 64’an di roja 127’an de dewam dike.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 110’an roj in didome.

Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy di çarçoveya bernameya partiya xwe de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê re civiyan.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo, çalakiyên greva birçîbûnê hatine axivîn û derbarê van mijaran de daxwaz û pêşniyaz ji rayedarên CPT’iyê re hatin ragihandin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist û derbarê domandina tecrîda giran ya li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan axivî.

Ebrû Gunay diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê di polîtîkayên şer de dewam dike û her ku diçe polîtîkaya xwe ya tecrîdê kûrtir û belavtir dike.

Gunay got:

“Dijminatiya herî zêde li girtîgehan tê meşandin. Tu îrade, tu kesekî xwedî rûmet, êdî vê neheqiyê qebûl nake û li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide.”

Li Şengalê li ser rewşa Rêber Apo civînek hat lidarxistin

Li Şengalê bi pêşengitya TAJÊ ‘ê li ser rewşa Rêber Abbdullah Ocalan civînek hate li daxistin.

Di civînê de li ser tecrîda girankirî û giringiya fikir û felsefeya Rêber APO ya ji bo civaka Êzidî nîqaş hatin kirin.

Berdevka TAJÊ’ê Sebîha Sebrî da zanîn ku civaka Êzidî li gorî fikir û felsefeya Rêber APO tevdigerin û xwe rêxistin dikin.

Sebîha got ku bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin tevayî gelên azadîxwaz tine bikin.

Li Ranya sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Apo hate nîşandan

Li navçeya Ranya jî duh bi şev di çarçoveya piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Ocalan û avabûna PKK hat nîşandan.

Back to top button