​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn agirbest ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, agirbest bi garantî û navbeynariya QSD û Hêzên Rûsyayê hate ragihandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê têkildarî agirbesta ku li Qamişloyê hatiye ragihandin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Bi garantiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên Rûsyayê, li ser agirbesta mirovî li taxa Teyî ya bajarê Qamişloyê lihevkirin çêbû. Agirbest demkî ye, ji îro Înê 23’yê Nîsana 2021’an saet 7’ê êvarê heta roja şemiyê 24’ê Nîsana 2021’an saet 10’ê sibê ye, heta ku bighêjin lihevkirinekê li ser bendên agirbestê.”

Back to top button