Çeteyên Difa El-Wetenî agirbest bin pê kir

Li bajarê Qamişlo şer û pevçûnên di navbera hêzên Asayîşê û çeteyên Dîfaa El Wetenî yên bi ser hikumeta Şamê de dewam dikin.
Hêzên Asayîşê li taxa Tey bi pêş de diçin û herî dawî 2 dibistanên din ên taxê ewle kirin.
Ji bo parastina şêniyên taxê ji êrîşên çeteyên Dafa El-Wetenî jî hêzên Asayîşê welatî ji deverên nêzî şer derxistin.

Li bajarê Qamişlo şerê di navbera çeteyên Dîfa El-Wetenî û hêzên Asayîşê de ji 20’ê vê mehê de dewam dike..

Îro careke din çeteyan agirbest binpê kir û hawan avêtin cih û deverên hêzên Asayîşê.

Piştî ku çeteyan agirbest binpêkirin şer bi awayekî dijwar navbera her du aliyan de qewimî.

Hêzên Asayîşê ji îro de dest bi operasyonên ewlekirina taxa Tey ji çeteyan kir.

Hêzên Asayîşê 2 dibistan kontrol kirin

Di vê çarçoveyê de hêzên Asayîşê li taxê bi pêş de çûn û 2 dibistanên bi navên dibistana Fadil El-Hesen û Ibn-î Sîna kontrol kirin.

Çeteyên Dîfa El-Wetenî ji her du dibistanan êrîşî hêzên Asayîşê dikirin..

Hêzên Asyîşê şêniyan ji deverên nêzî şer derdixe

Bi vê pêşketinê re, çete sekvanan li avahiyên bilind bi cih dikin da ku sivîlan bikin armanc.

Ji bo parastina sivîlan jî hêzên Asayîşê sivîl ji cihên nêzî şer derxistin û parastina wan kir.

Di wêneyêan de jî, diyar dibe ku çawa Asayîşê sivîlan ji taxê derdixin û parastina wan dikin.

Doh rûspiyê êla Benî Seba, Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi çeteyên Dîfa El-Wetenî, hat hedefgirtin û şehîd bû..

Back to top button