Nûçegihana JINNEWS Sema Çaglak hat xelatkirin

Nûçegîhana JINNEWS Sema Çaglak xelata Kedê ya Şehîd Rojnameger Mazlum Bagok girt.

Îsal ji ber rewşa Coronayê komîteya şopandina xelatê biriyar da ku merasîma xelatdayînê neyê lidarxistin.

Ji ber vê sedemê îsal tenê navên kesên xelat girtine hatin aşkerakirin.

Nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak jî bi nûçeya xwe ya “Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike” hêjayê xelatê hat dîtin.

Nûçeya rojnameger Rola Elxetîb ku di televîzyona Elerbiyê de dixebite “Metirsiyên zarokên DAIŞ’î li kampa Holê” hêjayî xelata cîhanî hat dîtin.

Di beşa dîmen de nûçeya rojnameger Ekrem Salih jî çîroka zarokekî 10 salî ku masiyan li ser rêyan difroşe û bi wî temenî bûye bav hêjayî xelatê hat dîtin.

Di beşa wêneyan de jî wêneyê ji aliyê rojnamevan Delîl Silêman ku di ajansa AFP’ê de kar dike hatiye kişandin hêjayî xelatê hat dîtin.

Di beşa nivîskî de, nûçeya ji aliyê rojnamevan Mihemed Hebeş ve derbarê bazirganiya Narkotîkê de hêjayî xelatê hat dîtin.

Back to top button