Şaneya Çapemeniya Ewlehiyê ya Iraqê, ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê di operasyonekê de hatin kuştin, yek ji wan berpirsê nuqteyên ewlehiyê yên li rêzeçiyayên Şêx Îbrahîm e.
Îro Şaneyê ragihand ku “ev operasyon li rêzeçiyayên Etşana ê Mûsilê pêk hat û di encama operasyonê de, endameke hêzên ewlehiyê jî birîndar bûye”.
Heşda Şebî, 28’ê meha borî, li gel artêşa Iraqî û pasdarên sînor, dest bi operasyonên hevbeş kirin, da ku biyabana E’kaşat heta bi sînorê Iraqî-Sûrî ji çeteyan paqij bikin.