Şêniyên Tebqayê cenazeyên 4 şehîdan oxirkirin

Şêniyên Tebqayê 4 şervanên QSD’ê ku li Dêrazorê di encama êrişa çekdarên hikumeta Şamê de şehîd bûbûn oxir kirin.

Şehîd Ebdullah Mûsa, Wedî Beşîr El Fethî, Hewaş Cemîl El Casim û Xalid Mihemed El Merî di êrişeke çeteyên hikûmeta Şamê 9’Sibatê li Dêrazorê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl û siyasî , tevgerên jin, ciwan û rûspiyên eşîran li goristana şehîdan ya Tebqayê kom bûn.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Îmad El Ferhan destnîşan kir ku hêzên wan ên leşkerî wê li hember van kiryaran bêdeng nemînin û ew ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin.

Endamê meclisa Sivîl ya Reqayê Ehmed El Omer jî diyarkir ku ew ê ji bo parastina destkeftiyan li kêleka hêzên leşkerî bin.

Piştî axaftina wesîqeya şehîdan hat xwendin û cenazeyên şehîdan di nava diruşmeyan hat oxirkirin.

Li Hesekê cenazeyê 4 şervanê QSD’ê hat oxirkirin

Back to top button