Dewleta Tirk a dagiker îro careke din di danê êvarê de bi balafirên biçek ên bêmirov êrişke pêk anî.
Êriş li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê pêk hat. Di êrişê de seyareyek hate armanc kirin.
Li gorî agahiyan, erebeyek li nêzî mizgefta El Farûq a taxa Kornîş li bajarê Qamişliyê hatiye hedefgirtin.
Êriş ji aliyê balafirên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin.
Li gorî agahiyan birîndar hene.
Lê heta niha aliyên pêywendîdar derbarê êrişê de daxuyanî nedane.