Ûkrayna beriya êrişek a Rûsya dixwaza YE ceza lê ferz bike

Ûkrayna beriya êrişeke Moskowa ya li ser welat, dixwaze Ewropa hişyar bike.
Serokdewletê Ûkrayan Zelensky got, Beriya Rûsya êrişekî pêk bîne divê ceza li ser werin sepandin. Waşîngtonê careke din fikarên xwe yên li ser rewşê ji Moskowayê re anî ziman.

Li sînorê Ûkrayna tevgera leşkerên Rûsya trafîka dîplomasiya navbera Kîev û welatên Ewropa zêde kiriye.

Serokdewletê Ûkrayana Volodymyr Zelensky piştî Lûtkeya Hevkariya YE-Rojhilat a li Brukselê hat lidarxistin daxuyanî da çapemeniyê.

Zelensky diyar kir ku ji bo kêmkirina fikarên êrişeke Rûsya li ser wan pêwiste ceza lê werin ferzkirin û got:

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin heta niha nexwestiye li ser maseyê rûne.

Ji bo me girîng e ku ceza berî destpêkirina pevçûnan bên sepandin beriya despêkirina wê.

Serokdewletê Ûkrayna bi domdarî ev tişt anî ziman:

8 salin bi vî welatî re şerek me heye.

Em difikirin ku pêkanîna cezayan beriya êrişeke muhtemel dikare bandor bike.

Welatên Yekîtiya Ewropa jî di her fersendê de dibêjin, li dijî êrişeke Rûsya li ser herêmê ewê cezayan li ser Moskowa ferz bikin.

Zelensky: Rûsya me ber bi nato ve dehf dide

Zelensky û Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg piştî hevdîtina li baregeha NATO ya li Brukselê ji çapemeniyê re axivîn.

Serokê Ûkrayna diyar kir ku Rûsya bi lehwesta xwe wan ber bi NATO yê ve dehf dide.

Sullivan bo Ushakov fikarên xwe anî ziman

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan di pêwendiyeke telefonî ya ligel Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Yuriy Ushakov de, dilgiraniya xwe ya li ser komkirina hêzên Rûsya li sînorê Kîevê anî ziman.

Sullivan di hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladmiri Putin ku 7’ê Kanûnê pêk hat de, fikarên tund ên Amerîkayê li ser zêdekirina leşkerên Rûsyayê li ser sînorê Ûkraynayê anî ziman.

Di rapora îstixbareta Amerîkayê de derketibû holê ku Rûsya 175 hezar leşkerên xwe li sînorê Ûkrayna bicih kiriye.

Wêneyên ku di çapemeniya Amerîka de derketin jî metirsiya planê eşkere kiribû.

Back to top button